Serokwezîrê Swêd ji bo endamtiya NATO diçe Tirkiyê

Serokwezîrê nû yê Swêdê Ulf Kristersson ragihand ku ji bo lezkirina pêvajoya endamtiya NATOyê wê di zûtirîn dem de biçin Tirkiyê.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson got,

Ji bo lezkirina pêvajoya endametiya NATOyê em plan dikin ku bilez biçe Enqereyê.

Kristersson ku li Brukselê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist û wiha got:

“Ez gelekî amade me ku di demeke herî nêz de biçim Enqereyê.

Me ev sînyala beriya niha dabû dostên xwe yên Tirkiyê.

Ev jî di nav planên min de ye.”

Stoltenberg jî di şerê rejîma faşîst a Tirkiyê li dijî gelê Kurd de careke din piştevaniya Enqerê anî ziman.

Piştî êrişa Rûsya li ser Ukrayna, Swêd û Fînlandiya di 18’ê Gulanê de serlêdana endamtiya bo NATO yê kirin.

Ji bo ev welat bibin endam, erêkirina 30 welatên endamên NATOyê pêwîst e.

Tirkiye û Macaristan du welatên dawî ne ku heta niha ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê erêkirina parlamentoyê nedane.

Back to top button