HPG: Di çalakiya li herêma Zapê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayan li herêma Zapê li hêzên dagirker xistin. HPG’ê ragihand di encama 8 çalakiyan de 10 leşkerên Tirk ên dagirker haitn kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 29’ê Îlonê li Qada Çemço ya Zapê 3 caran bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bikevin nava çeperên şer yên li Şehîd Serxwebûn.

Di encama van çalakiyan de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

2’ê Cotmehê li Qada Çemço di encama çalakiya bi çekên giran û bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de 3 dagirker hatin kuştin.

Heman rojê li Qada Sîda bi rêbaza sekvaniyê û bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bikevin çeperên şer yên li Şehîd Agir.

Di encama van çalakiyan de jî 2 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şorşegerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de jî 1’ê Cotmehê helîkoptereke skorsky ku xwest li dagirkeran li Girê Amediyê dayne bû hedefa tîmên me yên bi tevger.

Li ser vê destwerdanê helîkopter bêyî dagirkeran dayne ji qadê dûr ket.

HPG: Artêşa Tirk 31 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 31 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran bi balafirên şer, 50 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan qadên gerîla bombebaran kirin.

HPG’ê diyar kir wan tespît kiriye çeka kîmyewî a ku li dijî çeperên şer yên Şehîd Serxwebûn a girêdayî Qada Çemço hatine bikaranîn, tama wê şirîn û bêhna wê jî giran e.

HPG’ê ragihand ku 2’ê Cotmehê hêzên Îranê qadên Hornê û Helgurt yên girêdayî Goşînê a bi ser herêma Xakurkê bi obus û hawanan bombebarankirin.

HPG: Hevalê me xebat ji bo nekeve destê hêzên Iraqê gule berda xwe

Li aliyê din HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayên wan yê bi navê Xebat Xançepek ji bo nekeve destê dijmin li xwe xistiye û li ser mijarê ev agahî hatin dayîn;

“30’ê Îlonê hevalê me Xebat Xançepek ê li herêma Şeranîş a Heftanînê ku bi erka xwe radibû, ket kemîna hêzên Parêzvanên Sînor ên Iraqê, piştre ji aliyê 4 wesayitên zirxî ve hate dorpêçkirin.

Hevalê me Xebat bang li van hêzên derdora wî dike û dibêje ku ew naxwazin şer biqewime, xwestiye ku rêya wan bê vekirin û ew derbas bibin.

Lê dema ew hêz teslîmbûnê lê ferz dikin, heval Xebat teslîmiyetê qebûl nake û ji bo ku bi saxî nekeve dest bi demançeyê li xwe dide.

Hevrêyê me Xebat ku bi giranî birîndar bû ji aliyê van hêzan ve radestî Asayîşa PDK’ê hate kirin û rakirin nexweşxaneya Dihokê. Li gorî agahiyên ku ketine destê me; rewşa hevalê me hîn giran e.”

Back to top button