Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 17. de didome

Serhildanên gel ên bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 17’an de didome. Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li dijî gel her ku diçe zêde dibe.Heta niha di çalakiyan de zêdeyî 130 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezaran kes jî hatine girtin. Tevî kuştin, revandin û binçavkirinê jî gelên li rojhilat û Îranê dev ji qadan bernadin.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 17’emîn de didomin.

Li gelek bajaran gireva gîştî hebûn, gel daketin kolanan û bi dûrûşmeya “Jin, jiyan azadî” rejîma Îranê pirotesto kirin.

Zêdeyî 130 kesan jiyan xwe ji dest daye û bi hezaran jî hatine girtin

Li gelek zanîngehan jî xwandekar tevlî çalakiyê bûn.

Li gorî bilançoyên herî dawî ji ber êrişên hêzên rejima Îranê zêdeyî 130 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Li zanîngehên bajarên Sine û Kirmanşanê bi dûrûşmeya “Jin, jiyan, azadî” çalakiyên girseyî hebû.

Tehranê jî hêzên rejîma êrişî xwendekarên zanîngeha Şerîf kirin li gorî agahiyan 10’an xwandekar hatine girtin.

Li zanîngeha Tebrîzê jî rejîma Îranê êrişî xwandekaran kirin û gelek kes birîndar bûn.

Xwandekarên li zanîngehên Zencan û Meşhedê jî bi dirûşma “xwedîderketin, azadî” li qadan bûn.

Li zanîngeha Êsfehanê jî xandekaran bi dengê azadî rejîma Îranê şermezar kirin

Li bajarê BenderEbas, Kerec û Şîrazê jî xwandekar ji bo azadiya girtiyan di nav çalakiyan de bûn.

Her wiha li kolanên bajarê Tehran û Êsfehanê jî gel heya derengiya şevê li ser piya bûn û êrişên rejîma Îranê

Li Kirmanşanê jî gel rê girt û heya derengiya şevê li qadan bûn.

Li bajarê Seqizê jî duh êvarê ciwana cihekî rejîma Îranê dan ber agir.

Li hin cîhan jî jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” lacikên serê xwe danîn û meşiyan.

Ragihandina ser bi rejîma Îranê jî îro mirina fermandareke sipahê pasdaran ragihand.

Back to top button