KCK’ê ji ber salvegera wefata wî Mam Celal bibîr anî

Konseya Rêveber ya KCK’ê bi boneya salvegera koça dawî ya Mam Celal Talabanî peyamek weşand. KCK’ê bi bîr xist Mam Celal Talabanî, weke pêşeng, têkoşeker û kesayetekî mohra xwe li dîroka xebat û têkoşîna gelê Kurd daye. û got; “Hêvîdarin bîranîna Mam Celal bibe sedema yekîtiya netewî û têkoşîna dijî êriş û dagirkeriya ser Kurdistanê.”

Bi boneya 5’emîn salvegera koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştiman a Kurdistan YNK’ê Mam Celal Talabanî, Konseya Rêveber a KCK’ê peyamek weşand.

KCK: Mam Celal xwedî têkoşîneke pîroz bû

KCK’ê di peyama xwe de got: “Di pêncemîn salvegera koça dawî ya Mam Celal Talebanî em li ber vê têkoşerê mezin yê gelê xwe, xebat û têkoşîna wî ya bilind û pîroz serê xwe ditewînin.”

KCK: Mam Celal dost û hevalbendê Rêber Apo bû

KCK’ê diyar kir Mam Celal Talabanî, weke pêşeng, têkoşeker û kesayetek netewî mohra xwe li dîroka xebat û têkoşîna gelê Kurd daye û wiha got: “Bê guman kesayeta nîştiman û têkoşîna Mam Celal ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li hemû beşên din yên Kurdistanê xwedî rol û bandor bû.

Bi taybet hevaltî û dostaniya Mam Celal, Rêber Apo, mamosta Îbrahîm Ehmed rê li ber gelek destkeftiyên netewî vekiriye û bûye hîmek ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê.”

KCK: Divê bîrananîna Mam Celal bibe hîmê yekîtiyê

KCK’ê bi bîr xist ku Mam Celal beriya nexweş bikeve, weke dilsoziyek, ji bo azadiya Rêber Apo, dest bi amadekariya konferansek navnetewî kiribû.

Bi vê boneyê KCK’ê carek din îşaret bi girîngiya Yekitiya netewî ya ji bo gelê Kurd kir û ev peyam da.

“Divê dema niha ku hemû parçeyên Kurdistanê ji ber êrişên dagirkeran, di qonaxek dijwar re derbaz dibe, hemû Rohilata Navîn, bi tayet Iraq rastî qeyranek kûr ya siyasî û civakî bûye, ji hemû demê zêdetir pêwîstî bi bingeh wergirtina kesayeta netewî, Mam Celal heye.”

Di dawî de KCK’ê hevî kir ku bîranîna Mam Celal bibe sedema yekîtiya netewî û têkoşîna dijî êriş û dagirkeriya ser Kurdistanê.

Back to top button