HRE: Hevalê me Zinar Efrîn şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan Zanyar Xelîl bi nasnav Zinar Efrîn dema ku li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Rêhevalê me Zinar Efrîn dema li ser erka xwe bû, di encama kirîza dil de şehîd bû.

Rêheval Zinar ji bajarê Efrînê ye. Çanda welatparêziyê ya malbatê û derdora wî li ser rêhevalê me Zinar jî bi awayekî berbiçav bandor kiribû.

Yek ji berxwedêr û têkoşerên Berxwedana Serdemê rêheval Zinar bi ruhê ciwantîyê tev li xebatên şoreşê bû.

Di rojên zehmet de xwe neda paş, di eniyên pêş de cih girt û berpirsyariyên xwe li hember gel û parastina welat pêk anî û ji bo rizgarkirina Efrînê amade bû.”

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd û gelê xwe re xwest û diyar kir ku ew ê xeyalên şehîdan pêk bînin..

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şervanê şehîd yê HRE wiha ye:

Nasnav: Zinar Efrîn

Nav û Paşnav: Zanyar Xelîl

Navê Dayikê: Fîdan

Navê Bav: Ismet

Cih û Dîroka Şehadetê: 2’yê Cotmeha 2022.”

Back to top button