Parlamenterê Iraqê: Êrişa dewleta Tirk êrişek terorîstiyaye

Endamê komîteya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Seeran Acibî diyar kir êrîşa dewleta Tirk li ser gundê Gelale êrişek terorist e.

Parlamenter Seeran Acibî diyar kir ku ji bo ku dagirkerî û binpêkirin bikeve rojevê, divê di warê dîplomasî de li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, kar bê kirin.

Seeran Acibî destnîşan kir ku li beramberî vê erîşê hikumeta Iraqê bêdeng e û ev bê dengiya wê jî tê wateya ku rê daye dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hêzê bikar bîne.

Pêr balafirên dewleta Tirk li navenda gundê Gelale ya ser bi herêma Şarbajêr erebeyek sivîlan bombebaran kiribû.

Back to top button