Demîrtaş dîroka artêşa Tirk rêz kir

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş ji girtîgehê, li dijî girtina Dr. Şebnem Korur Fîncancî nerazîbûn nîşan da.
Demîrtaş bi rêya hesabê xwe ê tewîterê, beşeke ji kirinê hovane ên artêşa Tirk bi bîr xistin û got:
“Bi qasî encama zextên AKP û MHP’ê, muxalefeta li Tirkiyê ya ku artêşê weke saziyeke pîroz dibîne, ji girtina Fîncancê berpirsiyar e.”

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş bi rêya hesabê xwe ê twîtterê girtina Seroka Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê Şebnem Korur Fîncancî şermezar kir.

Demîrtaş diyar kir ku azadiya ramanê li Tirkiyê tenê ji ber zextên AKP û MHP ji holê ranebûye û got:

“Koma muxalefetê ya ku artêşa Tirkiye weke pîroz dibîne, bi qasê AKP û MHP’ê ji girtina Mamoste Şebnem berpirsiyar e.

Madem ewqasî ji xwe bawer in, wê demê lazim dikir ku komîsyoneke serbixwe bişandana herêmê.

Niha bi girtina Mamoste Şebnem, dunya hemû ji wê yekê agahdar kirin ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî têne tawanbarkirin.”

Selahedîn Demîrtaş bi çend mînakan kirinên artêşa Tirk jî wiha rêzkirin:

Hun îdîa dikin ku artêş pîroz e.

Başe ma ne ev artêş bixwe salên 1960, 71, 80 û 28’ê Sibatê bi darbeyên leşkerî rabû?

Ma ne ev artêş li Roboskî 34 Kurd bi balafirên şer bombardiman kirin?

Ma ne ev artêş di navbera salên 1990 û 97’an bêtirî 3 hezar gundên Kurdan şewitandin?

Ma ne ev artêş, eşkere êşkence li cenazeyên milîtanên PKK kir?

Başe, eger niha van rastiyan bînim ziman, ma ez ê jî bibim terorîst?

Back to top button