”Çeteyên Ehrar El-Şamê li Bakur û Rojavayê Minbicê belav bûne”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk li xeta minbicê çeteyên Ehrar El-Şamê ku bi çeteyên El- Nûsra re bihevkirine bi cih kir.
Şerwan Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk bi rêka çeteyên Cebhet El Nusra amadekariya êrişeke nû dike.
Derwîş teqez kir ku ewê gel û axa xwe li hember êrişan biparêzin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li ser geşedanên dawî yên li herêmê ji ANHA’yê re axivî.

Şervan Derwîş derbarê bicihbûna çeteyên Ehrar El-Şamê li bakur û rojavayê Minbicê de ev tişt anî ziman:

Şervan Derwîş: Hewl didin Cebhet El-Nusra derbas bikin

Çeteyên Ehrar El-Şamê li bakur û rojavayê Minbicê belav bûne.

Nuqteyên li wan deveran di bin kontrola Cebhet El-Şamiyê de bûn, lê bê şer ew dever radestî çeteyên Ehrar El-Şamiyê hate kirin.

Niha gelek komên çeteyan li eniyên Minbicê hatine bicihkirin.”

Li ser armanca vê belavbûnê Şervan Derwîş dazanîn ku dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze çeteyên Cehbet El Nusra derbasî heremê bike..

Derwîş diyarkir ku dewleta Tirk komên Tirkmenî yên weke Emşat û Hemzat, ku yekser girêdayî dewleta tirkin hişt ku li gel El-Nûsra cih bigrin.

Niha Cebhet El Nusra di bin gelek navên komên alîgirê Tirkiye de dixebitin û wiha berdewamî da axaftina xwe:

” Ya destpêkê jî Ehrar El-Şamê û komên tirkmenî yên din in.

Ev kom rasterast fermanan ji dewleta Tirk digirin, da ku bi Cebhet El Nusra re li herêmê bixebitin.

Helwestên navneteweyî û Amerîka bi taybet û redkirina gel projeyên Tirkiyê ên bi rêya Cebhet El-Nusra asteng kirin.

Ji lew re dewleta Tirk bi rêya Heyet Tehrîr El Şamê di bin navê Ehrar El Şamê de dixebite.

Ji ber wê koma herî serwer li herêmê, Ehrar El Şam e.”

Şervan Derwîş: Em ê li hember êrişan parastinê bikin

Şervan Derwîş anî ziman ku Tirkiyê hewl dide bi rêya van çeteyan aramiya li heremê têk bibe û wiha bi dawî kir:

”Li hemberî van geşedanan em tedbîrên xwe digirin û em ê parastina xelkê Minbicê bikin.”

Back to top button