Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin

Berteka gelê Kurd a li dijî tecrîdê zêdetir dibe
Xelkê Wanê yê diyar kirin ku bi tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan re tê xwestin gelê kurd bênefes were hiştin.
Di heman çarçoveyê de hunermed Diyar Dersîm jî got; Em dikarin bi hevgirtinê xwe ji vê tecrîda faşîzan xelas bikin.

Hêrsa li dijî tecrîda girankirî ku ji 25’ê Adara 2021’an heta niha bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de gel û siyasetmedarên Wanê bertek nîşanî rewşa agahînegirtina ji Rêber Apo re nîşan dan.

Siyasetmedar Bişar Abûkan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê destpê kirî îro li ser gelê kurd bi awayekî bibandor tê meşandin

Bişar Abûkan bibîrxist çavkaniya hemû pirsgirêkên vî welatî tecrîd e û haya her kesî ji vê heye û got:

“Ji ber Rêber Apo erdnîgariyeke ku bikarin lê bijîn û aştî xwest di bin van şertan de ye. ”

Endamê Desteya Rêveber a Navendîya DBP’ê Abdûrrahman Sever jî anî ziman ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ne şexsî ye û wiha got:

“Tecrîda li ser birêz Ocalan, bûye tecrîdeke ku bandorê li ser jiyana hemû mirovan bike.

Ji bo ev tecrîd bişikê divê hemû kurd û gel werin bahev û têkildarî vê mijarê xebatan bike û têbikoşe.”

Derbarê mijarê de welatiyên Wanê jî fikarên xwe ên li ser tenduristiya Rêber Apo anîn ziman

Welatiyan destnîştankirin ku divê dewlet hemû mafên mirovan ên bingehîn bi cih bîne û gotin:

Heke tecrîd bê rakirin, wê hemû pirsgirêkên li vî welatî ji holê rabin.”

Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin

Li dijî pergala êşkence û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê hunermend Diyar Dêrsim jî axivî û bertek nîşan da.

Diyar Dêrsim diyar kir ku AKP dixwaze bi tecrîdê dixwaze Rêber Apo ji gel qut bike û ev tişt anî ziman:

“Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û paradîgmaya wî ji bo hemû kurdên têdikoşin hem rûmet e hem jî xeta sor e.

Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin, ji bo Kurdistanê tê wateya şer.”

Diyar anî ziman ku hunera Kurdî bi saya kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane pêş ketiye û ev bang kir:

“Divê di serî de hemû hunermend, tevahiya gelan li dijî tecrîdê têbikoşin.

Me gelek tişt bi dest xistin û em dikarin hîn bêhtir bi dest bixin.

Em dikarin bi hevgirtinê xwe ji vê tecrîda faşîzan xelas bikin.”

“Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn Rêber Apo ye”

Back to top button