Şirnex-Leşkerên Tirk ên dagirker li Cûdiyê agir bi qadê xist

Leşkerên dagirkerên ên Tirk careke din agir bi çiyayên Cudî xist.
Li Gabarê jî di encama birîna daran û lêgerîna petrolê ya 3 salan de xwezaya wê tê talankirin
Gundiyên Gabarê ku 30 sal in nikarin biçin gundên xwe bertek nîşan dan û xwestin kesek li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin

Li gundê Derêsor ê girêdayî bajarokê Bêspîn ê Silopiya ya Şirnexê ku dikeve quntarê Çiyayê Cûdî, di danê nîvro de şewat derket.

Di heman demê de li çoltarê gundê Newala Îsa Axa yê Cizîrê jî şewat derket.

Hat zanîn ku leşkerên li herêmê gule li derdorê reşandine û şewat ji ber gulebarana dagirkeran derketiye.

Demek piştre şewat li çêrgeha gund belav bû û hejî didome..

Tevî vê yekê jî ji bo vemirandina şewata ber bi gund ve berfireh dibe tu destwerdan nayên kirin.

Polîtîkaya qirkirinê ya li dijî xwezaya Kurdistanê didome

Ev demeke li dijî xwezaya Kurdistanê polîtîkayeke taybet yê qirkirinê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê meşandin.

Beriya niha di dîmenekê de leşkerên dagirker li xwe mikur hatibûn ku wan bi zanebûn daristanên Cudî dane ber agir.

Her wiha li kêleka şewitandina daristanan birîna sedhezaran darên li çiyayên Kurdistanê jî dewam dike.

Bi birîna daran û lêgerîna petrolê xwezaya gabarê tê talankirin

srnk-11-08-2023-qirkirina-daren-seniyen-gabar-hevpeyvin

Çiyayê Gabarê ku ev 30 sal in qedexe ye, di encama birîna daran û lêgerîna petrolê ya 3 salan de tê talankirin.

Li gelek deverên Gabarê ji ber lêgerîna petrolê qulqulî kirine.

Şûna darên ku tên birîn jî qereqol û kule tên çêkirin.

Gundiyên ku 30 sal in nikarin biçin gundên xwe yên li quntara çiyê, bertek nîşanî vê rewşê dan

Gundiyên Gabarî: Li herêmê kevir li ser kevir nehiştine

Maruf Eriş (70) ê ji gundê Xurs e diyar kir ku li çar aliyên Gabarê li ser navê petrolê dar tên birîn û wiha axivî:

Herêma Gabar ji herêma jiyanê derketiye. Êdî kesek nikare li wir bijî.

Sibê gund ava jî bibin em nikarin biçin. Çimkî her derên wê bi kuleyan dorpêç kirine û kirine herêma leşkerî.”

Maruf Eriş anî ziman dewletê çi anîbin serê Cûdî dê heman tiştî bînin serê Gabarê jî û got:

Li Gabarê kevir li ser kevirî nehiştine, rût kirine.

Divê tu kes li hemberî vê qirkirinê û tunekirinê bêdeng nemîne.”

Gundiyên Gabarî: Li dijî vê qirkirinê çi pêwîst be divê em bikin

Osman Dûymak (72) ê ji gundê Deştlala ku gotina Walitiya Şirnexê derewand diyar kir ku bi salane li ser xwezaya herêma wan qirkirin heye

Li dijî vê qirkirinê Osman Dûymak daxuyand ku çi pêwîst be divê ku em bikin û dengê xwe derbixînin.

Omer Yaman ê ji gundê Meydîn jî da zanîn dewletê niha hemû hêza xwe daye Çiyayê Gabarê, daxwaz kir ku kesek xwe bêdeng neke

Back to top button