“MOSAD”A ISRAÎLÊ QALA LIHEVKIRINEKE NÊZ DI SÛRIYÊ DE DIKE

Piştî civîna şêwirmendên ewlehiya netewî yên Emerîka, Rûsya û Israîlê li Qudsê… bûyerên nû li Sûriyê rû didin.
Ji aliyekî ve, Israîlê careke din baregehên Îran û Hizbullaha Lubnanî li ser xaka Sûriyê kir hedef.
Ji aliyekî din ve, daxuyaniya rêveberiya Istixbarata Israîlê “Mosad” derdikeve holê ku têde gotiye:
Çareseriya hundirîn nêz e.
Di heman demê de jî, amadekariyên du lûtkeyên sêalî û çaralî der barê rewşa dawî li Sûriyê tên kirin.

Li Sûrî û alozî êdî weke avek şêlo, hêdî hêdî zelal dibe.

Serokê Navenda Istixbarata Israîlê (Mosad) Yusi Kohen qala lihevkirineke nêz piştî salên şer ên dirêj di Sûriyê de kir.

Di kongreya li Hirt-sîliya de Kohen wiha got:

“Der barê rewşa li Sûriyê, piştî salên dirêj ji şerê navxweyî, xuya ye ku çareseriya hundirîn nêz e.”

Li gorî rojnameya “Me’arîf” a Israîlî ku kongre şopand, diyar kir Kohen teqez kiriye ku “Sûriye ber bi lihevkirineke hundirîn ve diçe û tu berjewendiyên me di şerekî li hember Sûriyê de nîne.”

Lê hema serokê “Mosadê” teqez kir ku wê Israîl rê nede Sûriyê ku bibe qada hêzên Îranî.

Ev daxuyaniya Israîlî piştî civîna sêalî ya navbera şêwirmendên ewlehiya netewî yên Israîl, Emerîka û Rûsya hatibû lidarxistin, derket holê.

ALOZIYA SÛRÎ
DI ROJÊN PÊŞ DE CIVÎNEK 3 ALÎ Û YEK 4 ALÎ DER BARÊ SÛRIYÊ DE TÊ LIDARXISTIN

Têkildarî aloziya Sûrî, Qesra serokatiya Rûsyayê “Krêmlên” lidarxistina danûstandinan navbera Rûsya û Tirkiyê eşkere kir.

Danûstandinên navbera herdu aliyan de, der barê lidarxistina lûtkeyeke sêalî bû.

Lûtke wê navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de were lidarxistin û rojeva wê jî aloziya Sûrî ye.

Tê payîn wê ew lûtke di demeke nêz de were lidarxistin.

Piştî wê bi demekê, wê lûtkeyeke çaralî jî pêk were.

Ew jî, wê di navbera Tirkiye, Rûsya, Fransa û Almanya de be.

https://syria.news/b97a45c9-01071912.html

Leave a Reply

Back to top button