ODEYA ÇALAKIYAN A XEZEBA ZYRTÛNÊ: LI EFRÎNÊ ÇETEYEK HAT KUŞTIN LI CEREBLÛSÊ JÎ 3 BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamên wan 2 çalakî ragihandin.
Di encama herdu çalakiyan de, li Efrînê çeteyek hat kuştin, li Cereblûsê 3 çete bi giranî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytunê de ev agahî hatine dayîn:

30 Hezîranê 2019 endamên Odeyê motosîkletek li gundê Kekcelê yê Cereblûsê teqand.

Teqînê kombûneke çeteyên bi navê “Ceyş El-Şerqiyê” hedef girt.

Di encama teqînê de, 3 çete bi giranî birîndar bûn.”

Odeya Xezeba Zeytûnê bal kişand ser çalakiya li Efrînê jî û wiha got:

30 Hezîranê endamên Odeyê çeteyekî dewleta Tirk a dagirker kuşt.

Çeteyê hat kuştin ji herêma Xûta ye û navê wî jî Ehmed Debûr e.”

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di dawiyê de hişyarî da çeteyan û got:

Mabûna wan di Efrînê de, tê wateya hedefgirtina wan.

Em teqez dikin ku çalakiyên me dikevin çarçoveya mafê parastina rewa li dijî çeteyên ku xaka me qirêj kirine, bin pê kirine û bi sedan tawan pêk anîne.

Leave a Reply

Back to top button