JI BER ALA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DOZ LI WELATIYEKÎ HAT VEKIRN

Zext û şideta ku hikumeta faşîst a AKP’ê li ser gel dide meşandin, her roj zêde dibe. Li Kirşehîrê Berzan Ozdemîr ji ber ku tîşortê ala Rêveberiya Herêma Federal a Kurdîstanê li ser li xwe kir, lêdan û ew derb kirin. Her wiha bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz li Ozdemîr û li du xizmên wî vekirin.

Ala Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê dema ku Mesut Barzanî dihat serdana Tirkiyeyê, di merasîma fermî de hildidan jor.

Lê heman al îro wek “sembola rêxistina terorê” hat dîtin.

Berzan Ozdemîr ji ber ku tîşortê Ala Herêma Federal a Kurdîstanê li ser li xwe kiribû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hat vekirin.

Dadgehê ji Ozdemîr re di navbera salek û 5 salan de ceza dixwaze.

Her wiha heman doza propagandayê li du xizmên Ozdemîr jî hat vekirin.

Leave a Reply

Back to top button