Îro di ser Peymana Lozanê ya piştî şerê Cîhanê yê Yekemîn hatî îmzekirin re 103 sal derbas dibe.
Tevî vê yekê jî ev peyman heta roja îro dewam dike.
Bi vî awayî ev dibe yekem peyman ku di nava demekî wiha dirêj de mayî.
Gelek alî îdia dikin ku piştî 100 salî ev peyman ti rawabûna xwe namîne.
Her wiha dibêjin madeyên veşartî yên vê peymanê jî hene.
Emê îro vê peymanê û naveroka wê ji nêz ve nas bikin..
Peymana Lozanê sed sal berê nexşeya herêmê ne li ser rastiya civakî, li ser tunehesibandina Kurdan ava kir.
Dema ku di 24’ê Tîrmeha 1923an de Peymana Lozanê hat îmzekirin,
Nexşeya nû ya Rojhilata Navîn li ser tunehesibandina neteweya Kurd hat avakirin.
Peymana Lozanê tenê sînorên dewletan diyar nekir, rasterast Kurdan ber bi parçebûnê ve bir.
Ev perçebûn jî Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê bir ber bi bêîstîkrarî û krîzên kûr û şer û pevçûnên mezin ve bir.
Îro, di salvegera vê peymanê de, nîqaşên “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” yek ji rojeva sereke ye.
Ev rojev hem derfeteke dîrokî radixîne ber siyasetê hem jî deriyekî nû ji bo rastkirina vê keşeya sedsalî vedike.
Peymana Lozanê: Koka qeyrana sed salan
Dema mirov li ser Peymana Lozanê kûr dibe, mirov dibîne ku ev krîzeke sedsalî ya nasname û hiqûqê ye.
Beriya Lozanê, di Peymana Sevrê ya 10’ê Tebaxa 1920’an de ji bo Kurdan mafê xweseriyê hatibû nivîsandin.
Lê belê di muzakereyên Lozanê de berjewendiyên emperyalîst ên dewletên rojavayî bûn yek.
Ji aliyekî ve, heyeta Enqereyê ya bi serokatiya Îsmet Înonu,
Di civînên Lozanê de li hember dewletên Ewropayê bi berdewamî digot:
“Em ne tenê nûnertiya Tirkan dikin.
Em nûnertiya Tirk û Kurdan dikin ku ev pêkhate xwediyên eslî yên vê xakê ne.”
Piştî ku peyman hat îmzekirin jî, dewletên rojavayî berjewendiyên xwe yên bazirganî ava kirin.
Sîstema kêmneteweyan û înkara kurdan
Yek ji xalên herî krîtîk ên Peymana Lozanê beşa “Parastina Kêmneteweyan” bû.
Di dîplomasiya Ewropayê ya wê demê de, têgih li ser bingeha olî hatibû çêkirin.
Enqereyê ev yek wekî derfeteke hiqûqî bi kar anî.
Tenê civakên ecnebî (mîna Ermenî, Rum û Cihûyan) wekî kêmnetewe hatin hesibandin.
Ji ber ku Kurd misilman bûn, neketin nav vê statûya parastinê û wekî “hêmana eslî” hatin binavkirin.
MÎRASA SEDSALÎ YA WÊRANKAR Û BINGEHA CIVAKA DEMOKRATÎK
Peymana Lozanê ji bo dewleta Tirkiyeyê bû zemînek ku sîstema xwe ya yekparêz li ser ava bikin.
Dewleta Tirkiyeyê berjewendiyên jeopolîtîk ên hêzên rojavayî bi kar anî.
Sozên “nûnertiya hevpar” ên ku dabûn Kurdan bi temamî binpê kirin .
Mîraseke giran a înkarê ji vê yekê afirand.
Ev sîstema ku li ser navendparêziyê hat sazkirin.
Îro jî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” tam li hemberî vê siyaseta dewletê ya sedsalî disekine.
Ev pêvoja qebûl nake ku civak bi zordariya navendparêz bê birêvebirin.
Li şûna hişmendiya tunehesibandinê, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û fermîbûna zimanan diparêze.
Rêya çareseriyê: Ji karesata sedsalî ber bi aşitiya mayînde ve
Siyaseta sed sal berê ya li Lozanê, pevçûn û bêîstîkrarî belavî çar dewletan kir.
Dabeşkirina herêmê û siyasetên înkarê yên li Amed, Hewlêr,
Qamişlo û Mehabadê nîşan dan ku krîza Kurdan ne meseleyeke navxweyî ya yek dewletî ye.
Îro siyaseta Tirkiyeyê li ber hilbijartineke dîrokî ye. ?
An dê bi israr berdewamiyê bide vê krîza sed salî .
An jî dê bi gavên şênber fersenda mezin a sedsala 21’ê bi kar bîne.
Rêya ku vê pêvajoyê ji karesat û xefikên Lozanê biparêze, avakirina temînata destûrî û hiqûqî ye.



