Li Qudisê di êrişekê de 2 Îsraîlî birîndar bûn

Di kêmtirî 24 saetan de, li Qudisê êrişên li pey hev çêbûn..
Îro di êrişekê de ku li Qudisa rojhilatê pêk hat, 2 îsralîlê birînar bûn.

Li gorî agahiyên ji dezgeyên çapemeniyê hatine wergirtin, îro li devera Selwan a girêdayî Qudisa Rojhilat, du îsralîlî ji ber gulebaranê birîndar bûn.

Hate zanîn ku kesên birîndar yek 22 salî û yek jî 45 salî ye ku ew jî zilamek û kurê wî ne.

Duh jî li Îsraîlê di êrişeke li dijî perestgeha Qudiusê de herî kêm 7 welatiyên Îsraîlê hatin kuştin û 10 jî birîndarin.

Back to top button