Endamên Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ev çend rojin li Tirkiyê ye gotin: Divê tecrîd bi dawî bibe..
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê piştî serdana 3 rojan li Amed, Stenbol û Enqereyê li Stenbolê “Forma Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê” li dar xist.
Di Formê de ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî axivî û got:
“Peywendiya Ocalan û derve hatiye qutkirin û êşkenceya ku tê kirin jî binpêkirina hiquqê ye.”
Endamên Delegasyonê jî axivîn û diyar kirin ku divê demildest dawî li tecrîda li dijî Rêber Ocalan bê anîn.
Endamên Delegasyona Navnetewî: Îmralî wek modela tecrîdê tê bikaranîn
Her wiha hat gotin ku pergala tecrîda li Îmraliyê bandorê li ser civakê dike û Girava Îmraliyê jî wek modelê tê bikaranîn.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî anî ziman ku pergala tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka bingehîn a demokrasiye ye û rê li ber çareserkirina pirsgirêka kurd digire.