Ji navçeya Şera û Mabata yên Efrînê 2 sivîl hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê bi hemû awayên qirêj hewl didin guhartina demografî pêk bînin. Dagirkeran ji navçeya Şera û Mabata du sivîl ravandin: Her li Mabata ji ber bac û heqreta çeteyan sivîlekî dawî li jiyana xwe anî.

Li navçeya Raco jî çeteyan madeyê heşîşê di nav zeviyan de çandine.

Ji bo pêkanîna guhartina demografî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên dermirovî li dijî Efrîniyan didomînin.

Duh li navçeya Şera li ser bendeka kontrolê yê çeteyên dewleta Tirk ciwanê bi navê Beşar Osman Osman ê (27) ji gundê kefer Cenê revand.

Rêxistina Mafên Mirovan eşker kir ku beriya du mehan çeteyên Tirkiyê şêniyê bi navê Kemîran Hisên Henan ê ji gundê Hec Qasim ê navçeya Mabata revand.

Heya niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Li Mabata ji ber bac û heqareta çeteyan sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Li heman gundî jî ji bo çinîna pelên rezan çeteyan 800 hezar Lîreyên Sûrî li ser şêniyê bi navê Mehyedîn, bac ferz kir.

Li gorî rêxistinê, ji ber ew şênî heqareta ku çeteyan lê kirine nepejirand, jiyan xwe ji dest da.

Her wiha çeteyên baca çinîna pelên rezan li ser şêniyên gundên Dela, Remedana û Rûtana yên Mabata jî ferz kirin.

Çete red dikin ku ji malên Efrîniyan derkevin

Li aliyekî din, çeteyên ku dewleta Tirk anîne û li Efrînê bicihkirine, fermanên dagirkeriyê derbarê guhartina demografî pêk tînin.

Malpera Afrinpost ragihand ku çeteyekî ji bajarê Dûma yê Şamê red kir ku ji mala şêniyê Kurd ê bi navê Ehmed Xelîl derkeve.

Çete di dema dagirkirina Efrînê de mala Xelîl a li taxa Eşrefiyê desteser kiribû.

Li gorî Malperê, tevî Xelîl gilî li ba komîteyek qaşo bi navê “Komîteya vegerîna Mafan ” ê girêdayî dagirkeriya Tirk kiribû, lê giliya wî hat paşguhkirin.

Her wiha, heman komîte doza vegerîna 12 malên ji şêniyên gundê Meydan Ekbez re jî paşguh kiribûn.

Li navçeya Raco çeteyan di nav zeviyan de madeya heîşîşê diçînin

Li gundê Meydana yê navçeya Raco jî, çeteyan di erdên ku desteser kirine, medaya heşîşê çandine.

Li gorî nêçeya ajansa Hewarê, ji erdên ku hatine desteserkirn erdên şêniyên bi navê Luqman Şêxo Qenber û Receb Qenber yên ji gundê Gewanda ne.

Back to top button