Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîd Ferhad Dawûd eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnamya şehîdekî xwe ku li bajarê Amûdê şehîd bû, eşkere kir. Her wiha Saziya Malbatên Şehîdan ya gundê Til Hemîs jî, nasnamye endamekî Hêzên Xweparastinê ku li Til Hemîsê şehîd bû, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî Asayîşa Amûdê ku şehîd bûyî eşkere kir.

Navendê diyar kir ku endamên wan Ferhad Dawûd di encama krîza dil de li Amûdê şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd Ferhad re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye;

Ferhad Dewûd 29 Gulana 2021’an di encma krîza dil de li bajarê Amûdê şehîd bû.

Saziya malbatên şehîdan nasnameya şehîd Ehmed El Mutleq eşkere kir

Li Til Hemîsê jî, nasnamye şehîdekî hate eşkere kirin.

Malbatên şehîdan, endamên Meclisa Navçeyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ji bo eşkerekirina nasnameya şehîd Ehmed El Mutleq berê xwe da gundê Xezaa yê li başûrê Til Hemîsê.

Li wir hate ragihandin ku endamê Hêzên Xweparastinê Ehmed El Mutleq 25’ê Sibatê li Til Hemîs şehîd bûye.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê nasnameya şehîd Ehmed xwend û radestî malbata şehîd kir.

Back to top button