Hêzên PDK’ê rê nadin “Mertalên Zindî” li dijî dagirkeriya Tirkiyê bimeşin

Di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê”, welatiyên Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan, li dijî dagirkeriya Tirkiyê, dest bi meşeke dirêj ya Mertalên Zindî kirin, lê PDK’ê meş asteng kir.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê”, dest bi meşekê dirêj ya Mertalên Zindî ji navçeya Koya kirin.

Rojnewsê ragihand ku beriya meşvan bigihêjin asayîşa Dêgele ya di bin kontrola PDK’ê de, PDK’ê hêzeke zêde şandiye pêşiya wan û destûrê nadin ‘Mertalên Zindî’ li dijî dagirkeriya Tirk bimeşin.

Hate gotin, hêzên asayîşê rê nadin rojnamevan jî çalakiyê bişopînin û astengiyê derdixin.

Çalakvan hewl didin bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin û meşa xwe dewam bikin.

Li gorî komîteya amadekar a çalakiyê ragihandiye, berpirsên asayîşê ji wan re gotiye ew li benda telîmata waliyê Hewlêrê in.

Back to top button