Li bakurê paytexta Efxanistan Kabûlê, di dema derbasbûna otobuseke mamosteyên zanîngehê de teqînekê rû da. 2 jê profesor herî kêm 4 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Efxanistanê Tarik Arîan, teqîn li paytexta eyaleta Perwanê li Çarîkarê pêk hat.
Di encamê de, 4 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Abdullah Abdullah ê ku danûstandinên aştiyê bi Talîbanê re dimeşîne, êriş şermezar kir û êrîş bi terorî binav kir.
Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xw enegirtiye.
Tevgera Talîbanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku pêwendiya wan bi êrişê re nîne.