Delegasyona Navneteweyî a li dijî tecrîdê li Tirkiyê hevdîtinên xwe didomîne

Delegasyonek Navneteweyî a li Dijî Tecrîda li Tirkiyê hevdîtinên xwe didomîne. Endamên delegasyonê yên baska li Amedê ku bi partiyên demokratîk yên li Amedê re civiyan, îro têkildarî hevdîtinan civînekî çapemeniyê li dar xistin. Delegasyona Navneteweyî bang li Tirkiyê kir ku serweriya hiqûqê li Îmraliyê pêk bîne.

Ji 7 welatan Delegasyonek Navneteweyî li Dijî Tecrîda li Îmraliyê hate avakirin.

Delegasyona ku ji 36 rewşenbîran pêk tê, beriya 2 rojan serdana Tirkiyê kir.

Têkildarî tecrîdê delegasyonê wekî 3 şandeyan li bajarên Stenbol, EnQere û Amedê dest bi hevdîtinan kir.

Hevdîtinên şandeya navnateweyî bi sazî, rêxistinên civakî û derdorên siyasî re didome.

Beşê delegasyonê ya li Amedê ku ji 12 kesan pêk tê, ev 3 rojin hevdîtinan dike.

Delegesyonê li Amedê bi Partiyên Tifaqa Kurdistanî re hevdîtin pêk anî

Doh, şandeyek delegesyonê li Amedê bi partiyên di Tifaqa Kurdistanî de cih digrin hevdîtin pêk anî.

Şandeyê destpêkê serdana KCD û DBP kir û ji aliyê Hevserokan ve hat pêşwazî kirin.

Hevserokan diyar kirin ku pir girînge şandeya hatiye, tecrîd kiriye rojeva xwe û gotin:

“Meselaya tecrîdê ji bo gelê kurd, ne tenê meseleyeke hiqûqî ye, heman demê meseleyeke exlaqî û wijdanî ye.

Piştî axaftinan şandeyê pirsên xwe kirin.

Şandeyê destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd, heman demê têkoşîna ji bo demokrasî û mafên mirovan e.

Paşê şandeya navneteweyî a li dijî tecrîdê serdanên xwe bi Partiyên din re dewam kir.

Şandeya Delegasyona Navnetewî a li Amedê civînek li dar xist

Îro Endamên delegasyonê têkildarî hevdîtin û çavdêriyên xwe li Amedê civînekî çapemeniyê li dar xist.

Endamên şandeyê û Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê Bunyamîn Şeker tevlî civînê bûn.

Ji delegasyonê banga bo Tirkiyê: Bila li Îmraliyê serweriya hiqûqê pêk were

Di civînê de, Bunyamîn Şeker axivî, bal kişand ser hevdîtinên şandeyê û wiha got: “Şandeyê bi berfirehî li ser tecrîdkirina Rêber Ocalan rawestiya.

Wê van hevdîtin û nêrînan bibe Ewropayê.

Me di warê siyasî, civakî û hiqûqî de bal kişand ser tecrîdê. Divê demildewt tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.”

Endama Şandeyê ji Baroya Romayê parêzer Emma Persichetti  jî daxuyanî da û behsa hevdîtinê kir.

Emma destnîşan kir ku bi armanca naskirina hûrguliyên tecrîdê, hatine van hevdîtinan bikin.

Dawiyê, delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê bang li Tirkiyê kir ku serweriya hiqûqê li Îmraliyê pêk bîne.

Back to top button