Gelê Şengalê piştgirî dan operasyona YPŞ ya li dijî sîxoran

24 Çileyê Yekîneyên taybet ên YBŞ’ê û hêzên ewlekariyê yên Şengalê bi operasyoneke taybet kesên ji MİT’a Tirk û PDK’ê re hevkarî dikirin girtin. Têkîldarî vê mijarê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm axivî û destnîşan kir ku operasyon bû bersivek ji neyaran re. Her wiha şêniyên şengalê jî diyar kirin ku cihê xayînan li Şengalê nîne lewma girtina wan gelekî di cih de bû.

24 Çileyê Yekîneyên taybet ên YBŞ’ê û hêzên ewlekariyê yên Şengalê pêngava “Operasyona Tolhildanê” li dijî ‘Torên Sîxûran’ dane destpêkirin.

Di operasyonê de kesên ku ji MIT’a Tirk û PDK’ê re sîxurtî dikirin hatin girtin.

Ev sîxur li xwemikûr hatin ku ji aliyê MİT’a Tirk û PDK’ê ve hatine rêxistin kirin.

Heso Îbrahîm: Operasyona li Şengalê bû bersivek ji dijminên Êzidiyan re

Têkîldarî vê mijarê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm ji ANF’ê re axivî.

Heso Îbrahîm sipasiya Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Hêzên Parastina Şengalê kir ku operasyoneke bi vî rengî pêk anîn.

Heso Îbrahîm diyar kir ku di vê pêvajoyê de ev operasyon ji dijminan re bersivek bû.

Şêniyên Şengalê: Cihê xayîn û xwefiroşan li Şengalê nîne

Her wiha şêniyên şengalê jî têkîldarî Operasyona Tolhildanê ya YBŞ’ê û hêzên ewlekariya Şengalê, axivîn û diyar kirin ku cihê xayîn û xwefiroşan li Şengalê nîne.

Şêniyan piştgiriya xwe jî, ji YBŞ’ê re ragihandin.

Back to top button