Komîteya Şêwirmendiyê bo mekanîzmeyeke bijartina desthilatê civiya

Komîteya Şêwirmeniyê ya Dîdargeha Diyaloga Siyasî ya Lîbî, civîna xwe li ser destnîşankirina mekanîzmeyeke bijartina desthilata cîbicîker li dar xist. Rûsyayê jî bang li hemû aliyên Lîbî kir, di nav de kurê Qezafî, ku tevlî diyaloga nîştimanî bibin.

Komîteya Şêwirmeniyê ya Dîdargeha Diyaloga Siyasî ya Lîbî duh bi serpereştiya NY civîna xwe ya yekem der barê destnîşankirina mekanîzmeyeke bijartina desthilata cîbicîker û namzetên rêveberiyê de, li dar xist.

Hikûmeta Tûnisî jî ku bûye seroka Konseya Ewlekariya Navneteweyî ya demkî, da xuyakirin ku;

“Divê di nêztirîn demê de, biryara şandina şandeyeke navneteweyî bo çavdêrîya agirbesta Lîbyayê, bê dayîn.”

Balyozê Tûnisê li gel NY Tariq El-Edeb diyar kir ku ew pêwîstdarên birêvebirina çavdêriya agirbesta li Lîbyayê ne.

Tevî hewldanên çareseriyê, şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve hê jî ranewestiyaye.

Tirkiye, her dawî çeteyên xwe ber bi başûrê Lîbyayê ve bi rê kirine.

Mosko banga firehkirina diyalogên nîştimanî ya Lîbyayê kir

Rûsyayê jî bang kir ku divê aliyên Lîbî, di nav de kurê Muemer Qezafî, qada diyaloga nîştimanî fireh bikin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn têkildarî diyaloga Lîbyayê axivî û got:

Divê aliyên Lîbya li ser lidarxistina hilbijartinan di dawiya vê salê de erê bikin û qada diyaloga nîştimanî bi tevlîbûna tevahiya hêzên siyasî, di nav de alîgirên serokê Lîbyayê yê berê Muemer Qezafî, fireh bikin.

Sergey Verşînîn diyar kir ku eger piraniya Lîbyan xwest hilbijartin pêk were, divê ev daxwaz bi cih were.

Verşînîn îşaret bi rola NY kir û anî ziman ku, li gel rêzgirtina ji serdestiya welêt re, ew dikare alîkariyan pêşkêş bike.

Di forma dilayonên siyasî ya navbera aliyên şer yên Lîbya ku miha Mijdarê li Tunisê pêk hatibûn de, aliyan li ser hinek xalan li hev kiribûn.

Ji xalên sereke jî, lidarxistina hilbijartinan di 24’ê Kanûnê de bû..

Back to top button