115 rojin ji rojnamevan Silêman Ehmed agahî nayê girin

Rojnamevan Silêman Ehmed 115 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Endamên Ragihandina Azad ya Şengalê derbarê revandina Silêman Ehmed de axivîn û gotin: “PDK ji bo rûyê xwe yê reş veşêre rojnamevanan digire.”

115 Rojin rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiyê revandin û agahî jê nayê giritin.

Tevî hemû bangawaziyên saziyên ragihandinê û rojnamevanan jî PDK di dîlgirtina Silêman Ehmed de israr dike.

Endamên Ragihandina Azad ya Şengalê derbarê revandina Silêman Ehmed de axivîn.

“PDK timî ragihandina azad dike armanc”

Nûçegihanê Çira TV’yê Ciger Celkî, diyar kir ku PDK’ê her tim rojnamevanên muxalîf û yên ragihandina azad dike armanc.

Li gor wî, ew ê li beramber van pêkanînan bêdeng namînin û bi têkoşîna xwe wê xwedî li keda wan derkevin.

Celk vê peyamê dide, em ji PDK’ê re jî dibêjin, ew çiqas êrişê me bikin û heta me şehîd jî bixin, em dest ji doza xwe bernadin û rastiya hemû desthildaran derxin.

“PDK ji bo xiyaneta xwe ya dijî Civaka Êzidî û Kurdan veşêre rojnamevanan digire”

Endama Ragihandina Jinên Êzidî Hela Heliqî jî diyar kir “PDK ji bo xiyaneta xwe ya li civaka Êzidî û Kurd kiriye, veşêre hewl dide ragihandina azad bêdeng bike.”

Rojnamevan Ziyad Ezîz: Em ê rûyê reş ê RDK’ê eşkere bikin

Nûçegihanê Çira TV’yê Ziyad Ezîz jî diyar kir, PDK naxwaze rûyê wan ê reş eşkere bibe, lewra bi her rengî rojnamevanan direvînin û şehîd dixin.

Rojnamevan Ziyad Ezîz herî dawî bang li her kesê parastina mafê mirovan dike kir ku li dijî siyaseta PDK’ê bêdeng nemîne û daxwaz kir ku bi lez rojnamevan werin berdan.

Ev 113 roj in ti agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button