Jinên Helebê: Êrişa li dijî gaziyên şer asta bêçarebûna dewleta Tirk nîşan dide

Jinên Helebê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Federasyona Gaziyan şermezar kirin û gotin êrişa li dijî jinên pêşeng nîşaneya bêçarebûn û tirsa dewleta Tirk a ji îradeya jinan nîşan dide.

Emîne Esaf anî ziman ku ew bi şehadeta Sorxwîn û Azadî serbilind in û got:

“Îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sûc û çavnebariyên dagirkeran xurttir e.”

Hêvîn Mihemed jî êrîşa li dijî Federasyona Gaziyan şermezar kir û got:

“Bila Erdogan baş bizanibe ku em dev ji fikr û felsefeya Rêber Apo bernadin.”

Nûra Hisên jî diyar kir êrişa li dijî jinên pêşeng nîşaneya bêçarebûn û tirsa dewleta Tirk a ji îradeya jinan nîşan dide.

Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Nîroz Muslim jî anî ziman ku sûcên dewleta tirk pêk tîne tevahî qanûnên navneteweyî yên şer derbas kirine.

Hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl Dilşan Muslim jî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker pirsî.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl jî got ku dewleta Tirk xwest tola çeteyan ji têkoşeran hilîne.”

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê: Tirkiyê tola DAIŞ’ê hiltîne

Back to top button