Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn kadroyên hînkirina zimanê Ermenî derçûn

Meclisa Civakî ya Ermen beriya 3 mehan dewreyeke perwerdeyê ya zimanê ermenî dabu destpêkirin..
Duh piştî 3 mehan 25 kes ji pêkhateya ermen ji wê dewreyê derçûn.

Ji bo parastina ziman û çanda ermenî, Meclisa Civakî ya Ermen beriya 3 mehan dewreyeke perwerdeyê dabû destpêkirin.

Duh 25 kesên tev li perwerdeyê bûne, dewreya xwe qedandin.

Di şahiyê de hevserokê meclisê Îmad Teteriyan û endama Meclisa Civakî ya Ermen Losîn Erdmiyan axivî û got:

“Bi saya ziman şaristanî li dar dikevin.

Ermen piştî 107 sal qirkirinê ji aliyê osmaniyan ve, zimanê xwe bi rêya dewreyan vejand.

Bi zanin em dikarin çanda xwe biparêzin.”

Piştre Koma Ararat şanoyek têkildarî azarên pêkhateya ermen ji bo fêrkirina zimanê xwe pêşanda.

Di dawiya şahiyê de, bawername li ser kesên ji dewreyê derçûne, hatin belavkirin.

Back to top button