Meclisa Navçeya Dêrik bi pêkhateyên Navçeyê re civiyan ..
Di civî nê de geşedanên siyasî yên li herêmê , şerê taybet ê ku li herêmê tê meşandin hat nîqaşkirin .
Di civînê de, Hevserokê Desteya Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb hazir bû..
Silêman Ereb rewşa siyasî û geşedanên li herêmê şîrove kir.
Ereb wiha got:
“Şêniyên herêmê di nav Rêveberiya Xweser û saziyên wê de fedakariyên mezin kirin.
Dijminên herêmê jî hewl didin Rêveberiya Xweser tune bikin..
Ji bo wê bi rêya çeteyan, sîxuran û şaneyên veşartî destwerdana herêmê dikin.”
Ereb bang li şêniyan kir ku ji vê xetereyê şiyar bin..
Ereb destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo bigihêje armanca xwe, bi hevkariya rejîmê û Rûsya, PDK`ê ciwanan li ser koçberiyê teşwîq dike.
Di dawiya civînê de beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.