Polîsê berê yê kujerê Floyd Chauvin cezayê 22 sal û 6 meh lê hate birîn

Berpirsê polîsê berê yê Minneapolis Derek Chauvin, yê ku ji kuştina George Floyd yê Afro-Amerîkî dihate tawanbar kirin, 22 sal û 6 meh cezayê zindanê lê hate birîn.

Di rûniştina ku ji Nîsanê ve despêkirî de, piştî nîqaşa du rojan, endamên dîwanê Chauvin bi pileya 1-2-3 ya kuştin û berpirsê kuştinê sucdar kir.

Chauvin ku berê bi kefalet hatibû serbestberdan, piştî ku biryar hate eşkerekirin hate binçav kirin.

Cezayê hepsê yê Chauvin jî eşkere bûye.

Di danişîna doh hat kirin de, Chauvin bi 22 sal û 6 meh cezayê hepsê hat tawanbar kirin.

George Floyd yê 46 salî 25’ê Gulana 2020’an dema li bajarê Minneapolis yê eyaleta Minnesota yê DYA bi gumana karanîna pereyê sexte hatibû binçavkirin ji aliyê polîs Chauvin ê 44 salî ve tundî lê hatibû kirin.

Chauvin 9 deqe û 29 saniyan lingê xwe li ser qirika Floyd hiştibû bûbû sedema mirina wî.

Gotinên dawî yên Floyd ku digot, “Ez nikarim henasê bigrim” bû sedema ku bi hezaran kes li seranserî welat û cihanê dakevin qadan.

Ev yek careke din bikaranîna tundiya polîsan li hember Afro-Amerîkiyan xiste rojevê.

Back to top button