Mistefa Îto: Komploya navneteweyî şerekî li dijî demokrasiyê ye

Mistefa Îto yek ji ew kesên ku bi Rêber Apo hevdîtin kiriye.
Mistefa Îto hevdîtina xwe ya bi Rêber Apo re wek xewnê bi nav kir û got: “Hevdîtina bi Rêber Apo re jiyana min guherand.
Tirkiyê bi ferzikirina tecrîda li ser Rêber Apo şerê demokrasiyê, edaletê û aştiyê dike.”

Hevserokê Meclisa Bajarê Kobanê Mistefa Îto sala 1989`an tevlî tevgera rizgariya Kurdistanê bûye.

Di salên 1989-1995-1998`an dema li Beyrutê bû, 3 caran bi Rêber Apo re rûniştiye.

Mistefa Îto têkildarî wê demê got: “Rûniştina min a yekemîn bi Rêber Apo re mîna xewnê bû.

Gelek tişt di jiyana min de guherîn.

Dema min li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê Serok dît, wî di xîtaba xwe de behsa şoreşger û erkên wan di parastina ax û rûmetê de kir.

Her wiha behsa dagirkeriya li ser Kurdistanê kir.”

“Armanca Rêber Apo sepandina aştiyê li Cîhanê û Rojhilata Navîn e”

Îto da zanîn ku piştî hevdîtina yekemîn, nêrîna wî ya der barê dozê û Serok de hate guhertin û wiha anî ziman:

“Wê demê min nas kir ku Serok Rêberekî navneteweyî ye.

Armanca yekane ya Rêber Apo sepandina aştiyê li cîhanê û Rojhilata Navîn e.

Lewma li dijî projeya wî ya demokratîk komplo li dar xistin.

Niha jî di girtîgehê de tecrîdeke mutleq li ser ferz dikin.”

“Tecrîda li ser rêbertî şerekî li dijî aştiyê ye”

Îto eşkere kir ku Tirkiyê bi ferzkirina tecrîda li ser Rêber Apo şerê demokrasiyê, edaletê û aştiyê dike û wiha pê de çû:

“Ew şerê aştiyê dikin û nahêlin gelê Kurd û gelên herêmê bigihêjin azadiya xwe.

Bang li gelê herêmê dikim ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadan ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya her her kesî ye.”

Heya azadiya Rêber Apo em ê li qadên têkoşînê bin

Back to top button