QSD’ê rewşa 14 kesên ku destê wan di tevliheviya Dêrazorê de hebûn çareser kir.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku rewşa 14 kesên destê wan di tevliheviya Dêrazorê de hebûn, çareser kirin.
Wan 14 kesan serî li navendên QSD’ê, dabûn.
QSD’ê destnîşan kir ku kesên serlêdan kirine, soz dane ku şaştiyên xwe sererast bikin û di parastina herêmê de û vegerandina jiyana asayî de, cih bigirin.
Her wiha bang li kesên beşdarî tevliheviya dawî bûne kirin ku werin rewşa xwe çareser bikin.
QSD’ê 28’ê Îlonê bang li tevahî çekdaran ên ku tev li bûyerên dawîn ên li Dêrazorê bûne, rewşa xwe çareser bikin.