Li ser komployê ji malbatên şehîdan re civîn hate lidarxistin

Bi boneya salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê çalakiyên curbecur tên lidarxistin.
Xelkê Herêma Firatê û Cizîrê bi çalakiyan komploya navneteweyî şermezar kirin .

Di çarçoveya rêzeçalakiyên li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji malbatên şehîdan ên Kobanê re civînek li dar xist.

5s dîmen biherikînin

Civîn li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan hate lidarxistin.

Di civînê de endamê rêveberiya Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Mihemed Mihemed komploya navneteweyî şermezar kir û got,

“Ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo em amade ne xwe feda bikin. Divê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bê mezin kirin.

Civîn bi nîşandana sînevîzyonekê li ser komployê bi dawî bû.

Em ê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê de bi girseyî beşdar bin

Têkildarî mijarê li Hesekê jî civîn hatin lidarxistin.

Civîn li hola Meclisa Navçeya Til Birakê ya Hesekê hate lidarxistin û tê de bi dehan endamên Saziyan beşdar bûn.

Di civînê de endamê Saziya Olê ya Til Birakê Ehmed Xelîl axivî û got:

“Fikra Rêbertî fikreke aştiyane ye û banga jiyana hevbeş dike.

Ji lew re , ruxmî tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker em bi vê fikrê ve girêdayî ne.

Li Til Koçer ji bo azadiya Rêber Apo civînek hat li darxistin

Li Til Koçer ê Qamişloyê, jî li hola HPC′ê civîneke girseyî hate lidarxistin.

Di civînê de endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Silêman Ereb li ser armancên komployê axivî û wiha got:

“Gelek dewlet beşdarî komployê bûn, da ku vîna gel û pêkhateyên herêmê têk bibin, li kêlek wê jî wan kontrol bikin.

Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber APO li pêş planên wan ên mêtingeriyê û berjewendiyên wan astengiyek e.”

Ereb destnîşan kir ku komplo heta roja îro dewam dike û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siyasetên şerê taybet nîşaneyên dewama komployê li dijî gelên xwe spartine fikrên Rêber APO .

Li herêma Cizîrê amedekariyên çalakiyên şermezarkirina 9’ê cotmehê tên kirin

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê têkildarî komployê amedekariyên çalaiyên mîna dayîna daxuyanî, protestor û meşên şermezarkirinê dike.

Back to top button