Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Apo bi boneya salvegera 25′an a komploya navneteweyî daxuyanî da û xwest Rêber Apo azad bibe.
Însiyatîfê diyar kir ku bi dîlgirtina Rêber Apo pirsgirkên herêmê û Rojhilata Navîn zêdetir bûn û wiha got,
“Rêber Apo 25 sal in di girtîgehê de ji hemû mafên xwe yên li gorî peyman û pîvanên navneteweyî yên ku hatine îmzekirin bêpar e.
Dewletên Ewropa û Amerîka naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Bi azadiya Rêber Apo wê pirsgirêkên herêmê jî çareser bibin.”
Însîyatîfê xwest yekser Rêber Apo bê berdan û bang li rêxistinên mafên mirovan û yên navnetewî kir ku di zûtirîn demê de biçin Îmraliyê.