Çeteyan ji gundê Erendê yê Şiyê ya Efrînê welatiyek revand

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dewam dike.
dagirkeran ji gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya Efîrîna dagirkirî welatiyek revandin.
Dewleta Tirk komek çeteyên xwe amade dike ku wan bişîne Azerbeycanê.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û komên çete li herêmên ku dagirkirine rojane dewam dike.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên ku navê polîsê sivîl li xwe kirine, welatiyê bi navê Mihemed Remzî yê 29 salî revandin.

Hat ragihandin Mihemed Remzî ji gundê Erendê yê navçeya Şiyê yê Efîrîna dagirkirî ye.

Mihemed Remzî bi gotinên çeteyan yên ‘Efîrn biewle ye’ tê xapadin û vedigere gundê xwe.

Piştî ku dighêje gund ji aliyê çeteyan ve tê girtin.

Çeteyan bac li berhemên zeytûnan birîn

Ferzkirina bacan li ser berhemên zeytûnan li Efrînê dewam dike.

Li gorî malpera Efrîn Post, duh çeteyan ji şêniyên gundê Kokanê ya jêr û jor yên bi ser navçeya Mabeta daxwaza belgeyek milkiyeta erdê wan, dikin.

Çete bi vê gavê dixwazin bacan li ser şêniyan ferz bikin.

Hat ragihandin ku çeteyan 2 lîreyê Tirk li hemberî parastina berhemê her dareke zeytûnan li şêniyan ferzkirin.

Dewleta Tirk wê çeteyan bişîne Azerbeycanê

Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker komek çeteyên xwe amade dike ku wan bişîne Azerbeycanê da ku şerê Ermeniyan bikin.

Li gorî Efrîn News24, rayedarên Tirkiyê ji çeteyên koma El-Emşat û El-Hemzat xwest ku di nava çend rojan de komeke ku hejmara wan ne kêmî 2 hezar kes bin amade bikin.

Hat ragihandin ji ber vê yekê çete li herêmên dagirkirî kesên ku temenê wan kêmî 18 sal in jî digirin û dibin leşkeriyê.

Li Efrîna dagirkirî 4 welatiyên din hatin revandin

Back to top button