Asayîşê nasnameya endamekî xwe ku duh li Mijbicê di encama teqîna Mayînekê de şehîd bû, eşkere kir.
Şehîd Salih Ebdulqadir li goristana şehîdan a li Minbicê bi merasîmekê hate oxirkirin.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Meryem Cerîd axivî û got:
“Rêya me ya azadiyê dirêj e, em hemû fedayên vê axê ne.
Em ê mîrateya şehîdan biparêzin û li ser şopa wan bin.”
Berpirsê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Cuma Ebdulqadir jî axivî û diyar kir ji bo parastina xaka xwe çi bê xwestin ew ê bikin.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd Salih Ebdulqadir hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd dirûşman spartin axê.