Asayîş: Endamê me Salih Ebdulqadir şehîd bû

Asayîşê ragihand ku endamê wan Salih Ebdulqadir li Minbicê şehîd bû.

Derbarê mijarê de Navenda Ragihandina Giştî ya Asayîşê daxuyaniyek da.

Asayîşê ragihand ku endamê wan dema ereka xwe ya parastina pêk dianî şehîd bû û got:

”Salih li Minbicê di encama teqîna mayînekê ku li nêzîkî Çerxerêya Şehîdan hatibû çandin şehîd bû.”

Asayîşê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan dubare kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Salih Ebdulqadir
Navê Bav: Şêx
Navê Dayikê: Zerîfe
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Minbic 20.11.2016
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 03.10.2023

Asayiş: Li Minbicê di encama mayînekê de endamekî me şehîd û 3 jî birîndar bûn

Back to top button