Nagîhan Akarsel paradîgma jin jiyan azadî ji xwe re kir bingeh

Salek bi ser lêkolîna, arşîvan û rojnamevan Nagîhan Akarsel re derbaz bûn. Akarsel ew ji na ku prensîbên azadiya jinê di fikir û jiyana xwe de pêkanîbû û heta şehîd bû dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” kiribû bingeha têkoşîna li dijî hişmendiya zilamsalarî û pêkanîna cewherê jina azad daku bike zemîn ji bo avakirina civakek azad.

Nagîhan Akarsel bi nasnav Heval Zîlan, jinek lêkolîner, arşîvan û rojnamevan bû.

Li ser esasê paradîgma ‘Jin jiyan azadî’ heta dawiyê têkoşîneke bê eman meşand.

Roja 4’ê Cotmeha 2022’an di encama êrişa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe hat şehîdxistin.

Nagîhan Akarsel ji ber fikir û çalakiyên xwe yên li zanîngehê ji sala 2001 heta 2007’an di girtîgehê de dimîne.

Piştî ji girtîgehê derdikeve di navbera salên 2008-2014’an de di Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DİHA) de wek nûçegihan û edîtor kar dike.

Di damezrandina yekem ajansa jinan (JINHA) de cihgirt.

Gelek salan di çapemeniya Kurdî de wek nûçegihan û edîtor xebitiye.

Di Zanista Jineolojî de xwe kurdike û di dema avakirina akademiya jineolojiyê de roleke diyarker dilîze.

Di dema damezrandina kovara Jineolojî de jî gelek hewildan kir; û edîtoriya kovara jineolojiyê kir.

Ji sala 2019’an heta roja şehîdbûnê, li Başûrê Kurdistanê ji bo pêşxistina zanista Jineolojiyê bê rawestan xebat kiriye.

Tevî ku wê zaravayê Soranî baş nedizanî, lê ti demê ev yek li pêş wê nebû astengiyek û bi dehan panel, semîner û dewreyên perwerdeyê lidarxistiye.

Ji bo ciwan şarezayê zanista jineolojî û xwezaya Kurdistanê bibin, wê geştên jineolojiyê lidardixist.

Xwediyê fikra avakirina navenda pirtûkxane, arşîv û lêkolînên jina Kurd e.

Tevî hemû astengî û zehmetiyan baweriya wê hebû ku wê şoreşa Başûr bi şoreşa jinan pêkwere.

Yek ji xeyalên wê ewbû ku romanek li ser jiyana xwe û naskirina wê ya ji bo fikrê Rêber Apo binivîse.

Lê beriya ku vê xeyala xwe temam bike, tevlî karwanê nemiran bû.

Hertim hişmendiya zilamsalarî redkiriye û parastina cewherê jin û civakê dikir.

Back to top button