ALDAR XELÎL: ERDOGAN JI BO XWE JI ALOZIYA NAVXWEYÎ XELAS BIKE, DIXWAZE ŞER DERKEVE

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku Erdogan li ser mekanîzmeya ewlehiya sînor neraziye û got:

Tevî ku li hevkirinek sêalî pêkhatiye lê Erdogan hîn jî gefan dixwe. Erdogan ji bo xwe ji aloziya navxweyî xelas bike , dixwaze şer derkeve.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn li ser astên hundirîn û derve civînek berfireh ji şêniyên bajarokê Til Birakê yê girêdayî kantona Qamişlo li dar xist.

Di civînê de, Aldar Xelîl gefên Erdogan bi krîza wî ya hindirîn ve girê da û destnîşan kir ku, ji bo ku xwe ji vê rewşê xelas bike û aramiya li herêmê têk bibe, li pey hewldanên derxistina şer ketiye..

Lê belê ev şer, ne di berjewendiyên ti kesî de ye..

Xelîl teqez kir ku, ew ê bi siyaset û dîplomsiyê, rê li pêşiya armancên Erdogan bigirin û ji bo vê jî, ew bi Koalîsyon û Emerîkayê re, têkiliyan datînin..

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl her wiha bal kişand ser diyaloga bi Rêjîma Sûrî re jî da zanîn ku, wan ji Rûsyayê xwestiye hevdîtin bi Rêjîmê re çê bibin, lê heta niha ti bersiv nedaye..

Xelîl got, divê Rêjîm baş zanibe, aramanca wan ne parçekirin e, eger rêjîm rast be, riya diyalogê vekirî ye..

Leave a Reply

Back to top button