Hilbijartina serokkomariyê ya Iraqê dîsa pêk nehat

Îro, dihat payîn parlamentoya Iraqê careke din ji bo hilbijartina Serokkomarê welat li hev bicive. Lê ji ber hêjmara parlamenteran ku dihat xwestin temam nebû, rûniştin dîsa pêk nehat.

Li ser vê yekê, Serokatiya parlamentoyê rûniştin veguherand rûniştineke normal..

Li gorî daxuyaniya daîreya ragihandinê ya parlamentoyê, rûnistin veguheriye karê avakirina komîteyên parlamenteriyê..

Li gorî hin dezgehên çapemeniyê, ji ber hêjmar temam nebûye, ev cara sêyeme rûniştin pêk nayê.

Li gorî yasayê, divê herî kêm ji 329’an 220 parlamenter kom bibin, lê tenê 145’ê parlamenter amade bûn..

Serokê tevgera Sedir Muqteda El-Sedr derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya dijîtal got: Em bi were li hev nakin, lihevkirin tê wateya dawiya welat.”

Ev binkeftina hilbijartina serokkomar ji ber nakokiyên di nava aliyên siyasî de derdikeve..

Back to top button