Fatma Ocalan: Êdî tecrîd nayê qebûlkirin

Xwişk û birayê Rêber Abdullah Apo Fatma û Mehmet Ocalan têkildarî rojbûna wî û tecrîda giran ya li Îmraliyê de gotin: “Tecrîd êdî nayê qebûlkirin, divê êdî Rêber Ocalan azad bibe..”

4’ê Nîsana Rêber Apo 73 salan li pey xwe dihêle..

23 salin li girtîgeha Îmraliyê dibin tecrîteke giran de tê girtin.

Salekê zêdetire jî bi tu awayî ji Rêber Apo nayê girtin.

Derbarê jidayîkbûna rêber Apo û tecrîda giran de, ji malbata Rêber Apo, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji ajansa Jinnews re axivîn.

Fatma Ocalan qala zarokatiya birayê xwe Abdullah Ocalan kir û wiha got: Fatma Ocalan diyar kir Rêber Apo pir zîrk û jêhatîbû, ew xwedî armancên mezin bû, taybetmediyên wî dihişt her kes jê hezbike.

Fatma Ocalan balkişand ser tecrîda girankirî û wiha bertek nîşan da: Fatmayê dawiyê anî ziman ku di Newrozê de jî eşkere bû ku gelê kurd dawaza azadiya rêberê xwe dikin, kes nikare rêberê wan pê bide jibîrkirin..

Lewra divê demildest rêber Apo were berdan.

Mehmet Ocalan: Pêwîste demildest gav were avêtin, Ocalan azad bibe

Mehmet Ocalan jî diyar kir ku piştî bi komploya navneteweyî Abdullah Ocalan hate girtin şûnde tê tecrîdkirin.

Mehmet Ocalan dawiyê teqez kir ku ew daxwaza azadiya fîzikî ya Ocalan dikin û pêwîst e demlidest gav werin avêtin û wiha bi dawî kir

Tecrîd êdî neyê qebûlkirin û ji bo azadiya Ocalan ewê hîn bêhtir di nava hewldanê de bin.

Ji 2015’an ve hevdîtina bi parêzeran re pêk nehatiye û di nava pêvajoya 8 salan de tenê 3 caran bi hevdîtinên kurt bi rêya malbatê pêk hatine.

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi qansî 5 deqeyan hevpeyvîna bi rêya telefonê pêk hat.

Back to top button