Gundên navçeya Şêrewa hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker daristana gundên navçeya Şêrawayê tobparan kirin.
Di encamê de, leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker daristana gundê Soxanekê û gundê Aqîbê yên navçeya Şêrawayê bi 30 guleyên obîs û hawinan topbaran kirin.

Di encama topbaranê de leşkrekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Her wiha di encama topbaran dagirkeriya Tirk li ser gundê Soxanekê ya navçeya Şêrawa jina bi navê Emîne Hikmet Mihemed (19) birîndar bû.

Vê sibê gundê Tehanê yê Şehbayê bi dijwarî topbaran kir.

Dagirkeriya Tirkiyê gundê tehanî yê şehbayê topbaran kir

Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Yûsif Hayêk (30) şehîd û zarokê bi navê Ebdurehman Elhayîk(16) birîndar bû.

Back to top button