74 profesorên zanîngeha Calabiriya ya Îtalî tevlî pêngavê bûn

74 profesor û mamosteyên zanîngeha Calabrîa ya Îtalyayê piştgirî dan pêngava bi navê “Dema wê hatiye; Azadî ji bo Ocalan, aştî û edalet ji bo Tirkiyê”.

Ev piştgirî bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin û tê de hat gotin:

22 sal in ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin.

Mixabin heta niha ti saziyên navneteweyî, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nikarîbûn ku mafê Rêber Ocalan ên herî mirovî jî bi dest bixin.

Her 74 profesor û mamosteyan destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd sembola herî girîng e û ji bo wê ew tevlî vê pêngavê dibin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ev grev bi koma 15’emîn û di roja 71’yemîn de didome.

Back to top button