Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq El-Maşî anî ziman ku ew ê îsal qada destekdayînê ji bo koçber û penaberan berfirehtir bikin.
Farûq El-Maşî eşkere kir, ew ê destekdayînê hîna bêhtir bidin koçber û penaberan û derfetên kar jî peyda bikin.
El-Maşî diyar kir ku wan di sala 2020’an de, dibistana Şehîd Feysel El-Hiwêdî ya ji bo kesên kêmendam û astengdar li bajarê Reqayê vekir.
Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî da zanîn ku ew niha amadekariyên vekirina mala sêwiyan jî dikin.
Farûq El-Maşî sedema derengmayîna projeyan jî, li êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê û reşwa Coronayê vegerand.