Yûnanistan, dewleta Tirk tawanbar kir ku 4 balafirên wê yên sîxuriyê, 31 caran asmanê wê derbas kirine.
Rojnameyên Yûnanî Greek City Times û Protothema ragihand ku 4 balafirên Tirkî yên sîxuriyê 31 carî herêma asmanî ya welat di nava 4 rojan de re derbas kirine.
Li gorî çavkaniyan, ev yek di dema hebûna 4 balafirên Rafal yên Fransî ku Munawereyan li Deryaya Îgayê pêk tînin de, çêbû.
Ev munawer ji Sêşemê de dest pê kirine û îro Înê bi dawî dibin.
Rojnameyan diyar kir ku bi vê yekê, balafirên Tirkî ev 4 car in qanûnên navdewletî binpê dikin.