Li Kerkûkê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Kerkûkê, 7 DAIŞ’iên din bûn armanca êrîşên asîmanî yên balafirên koalsiyona navnetewî.

Şaneya ragihandina ewlehiya Iraqî roja Dûşemê da zanîn ku li parêzgeha Kerkûkê nuqteyên şaneyan çeteyên DAIŞ’ê yên veşartî bûn armanca balafirên koalisyona navnetewî.

Koalisyonê li dijî nuqteyên çeteyan yên li Wadî El-Şaî, 8 êrîşên asîmanî pêk anîn û tê de 7 DAIŞ’î hatin kuştin.

Li Felocayê jî hêzên Istixbarata Leşkreî ya Iraqî girtina çeteyekî DAIŞ’ê bi operasyoneke istixbaratî ragihand.

2 leşkerên Iraqî li ser destê DAIŞ’ê birîndar bûn

Çavkaniyeke hêzên Ewlehiyê jî diyar kir ku li herêma El-Tamiriya, di navbera hovên DAIŞ’ê û leşkerên Iraqî de, şerekî dijwar rû da û di encamê de, 2 leşkerên Iraqî birîndar bûn.

Back to top button