KODAR: Divê gelên din jî mîna belûçiyan li hember hovîtiya Îranê rabin

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) da xuyakirin ku raperîna gelê Belûçistanê li dijî kuştina kolberan, mafekî demokratîk e û bang li gelên din ên Îranê kir ku li hember hovîtiya desthilatê serî hildin.

KODAR’ê anî ziman ku rejîma Îranî rastî aloziyeke kûr a civakî, siyasî û ewlehî hatiye, lewre serî li sûcên dermirovî yên weke kuştina Kurd, Belûç û Ereban daye.

KODAR’ê got ku kuştina her 10 kolberan, sûcekî mezin ê dijmirovî ye û rabûna gelê Belûçistanê li ber hovîtiya pergala Îranî ya gendel, mafekî demokratîk e.

KODAR’ê di daxuyaniya xwe de, bang li gelên din ên Îranê kir ku mîna Belûçiyan li dijî hikûmeta melayan rabin û dawiya wê bînin.

Gelê Belûçistanê li dijî kuştina her 10 kolberên herêma Serawanê rabûye ser pêyan. Rejîma Îranê jî bi hêzeke zêde êrîşî wan dike.

Back to top button