Tevî hevdîtinan, heya niha Bexda û Hewlêr li ser budceya 2021’ê li hev nekiriye

Pisporê yasaya destûrê Dr. Xamuş Umer da xuyakirin ku “eger lihevkirineke siyasî pêşwext di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk neyê, dê erêkirina budceya sala 2021’ê ziyanê bigihîne Kurdan.

Dr. Xamuş Umer anî ziman ku kêşeya bucde, mafên pêşmergeyan û arîşeya deverên madeya 140’î, sedemên sereke yên nelihevkirina bi salan a herdu aliyan e.

Dr. Xumaş da zanîn ku, her çi qasî li parlemenê nîqaş li ser bucdeyê bên kirin jî, heya ku lihevkirineke siyasî pêşwext pêk neyê, dê erêkirina yasaya budceyê ziyanê bigihîne Kurdan.

Parlamenterê Hevpeymaniya Saîrûn Riyad Mes’ûdî jî diyar kir ku ji ber hestiyariya rewşa siyasî, bêyî Kurdan ne pêkan e ku yasaya budceyê were erêkirin.

Tê payîn di rojên bê de, şandeya Başûrê Kurdistanê careke din ji bo mijara budceyê berî bide Bexdayê.

Back to top button