Rêxistinên navdewletî Tirkiye bi çewsandina HDP’ê tawanbar kir

Piştî YE, gelek rêxistin û pisporên hiqûqî û hin parlameterên Ewropa bang li Tirkiyê kir ku binpêkirinên xwe der heqê HDP’ê de rawestîne. Parlamentera HPD Feleknaz Uca jî şerê dewleta Tirk li dijî HDP’ê weke şerekî giştî bi nav kir û teqez kir ku li dijî êrîşan ew ê li hemû qad, girtîgehan û li her deverê, li ber xwe bidin.

Piştî YE, gelek rêxistin û pisporên hiqûqî û hin parlameterên Ewropî jî, Tirkiyê bi çewisandina HDP’ê tawanbar kir.

Çavdêriya Navdewletî ya Mafên Mirovan û çend rêxistin û şarezayên hiqûqî û hin parlameterên Ewropî nameyek ji hikumeta Tirkiyê re şand.

Aliyan bang li Tirkiye kir ku binpêkirinên xwe der heqê mafên mirovan de rawestîne û bal kişand ser parlamenterê HDP Omer Gergerlîoglo ku tevî ew xwedî parastina parlamenî ye, 2 sal û nîv cazayê zindanê lê hatiye birîn.

Lê, Berdevkê Serokatiya Tirkiye Ibrahîm Kalin, weke bersiv li ser tawanên YE li mijarê zivirî û rojev bi kuştina dîlên xwe ku li ser destê artêşa Tirk hatine kuştin, guherand.

Piştî ku Gerîleyên “HPG” bi berxwedana 4 rojan, xwenên dewleta Tirk ên dagirkirina Garê şikenandin, Tirkiyê bihêrs berê xwe da endamên HDP’ê.

15’ê Sibatê, dewleta Tirk bi awayekî mezin dest bi operasyonên qirkirina siyasî li dijî hevserok, cîgir û alîgirên HDP’ê kir û gelek kes girtin.

Feleknaz Uca: Şerê li dijî HDP’ê şerê li dijî Kurdan û Netewa Demokratîk e

Li ser vê yekê, Parlamentera HPD Feleknaz Uca şerê dewleta Tirk li dijî HDP’ê weke şerekî giştî bi nav kir û got:

Ev şerê li dijî Kurdan û Neteweya Demokratîk e.

Êrîşên mezin li ser gelê Kurd bi taybet li Bakur hene ji ber ku AKP û MHP’ê hebûna xwe li ser şer ava kiriye û di hemû qadan de vê siyastê dimeşînê.

Feleknaz têkiliyên xurt ên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê bi bîr xist, ku dewleta Tirk heta niha serkeftina Konabê ji bîr nekiriye.

Feleknaz Uca: Em li hemû qad û girtîgehan li berxwe bidin

Li gorî Feleknaz dewleta Tirk ne tenê şerê Kurdan dike le belê bi hemû welatên cîran re di nava şer de ye, mîna Lîbya, Qibris, Ermenistan û Qerebaxê.

Parlamentera HDPê Feleknaz Uca teqez kir ku li dijî êrîşan li hemû qad, di hemû girtîgehan û li her deverê dê li ber xwe bidin û yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button