Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, peykerê li çerxerêya Newroz a li navenda bajarê Efrînê hilweşandin.
Tevî sûc û binpêkirinên din, di çarçoveya guhertina demokrafyayê de, dagirkeran peykerê li çerxerêya Newroz ya li navenda bajarê Efrînê hilweşand.
Çerxerêya Newrozê ji bo şêniyên Efrînê sembola neteweyî ye û parçeyek ji çanda efrîniyan û gelê Kurd e.
Dagireker bi rêya dizîn, wêrankirina şûnwar û dîroka Efrînê, guhartina navên gund û deverên din, bi her awayî texrîbatê dikin…
Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe, dema 18’ê Adara 2018’an de Efrîn dagir kirin, yekser peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin.