Dewleta Tirk erdhej kiriye amûrekî guhertina demografiyê

Piştî erdhejê, Kurdên elewî ên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve teşwîqê koçberiyê tên kirin
Nesîmî Aday ê HDP’î da zanîn ku kurdên elewî yên li Elbistanê girêdayî çanda xwe ne û got:
“Derdorên ji vê yekê aciz, dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin.”

Dewleta Tirk a ku bi salane li peyî qirkirina Kurdan e, rewşa erdhejê jî kiriye amurekî polîtîka xwe ya qirêj.

Li navçeya Elbîstanê ya Mereşê û gundên wê ku gelemperiya xelkê wê kurdên elewî ne, ew neçarrî koçberiyê tên kirin..

Hevberdevkê Maseya Elewiyan a HDP’ê Nesîmî Aday derbarê van polîtîkayên dewletê de axivî.

Nesîmî Aday: Kurdên Elewî li mereşê neçarî koçberiyê tên kirin

Nesîmî Aday diyar kir ku li dijî kurdên elewî cihêkarî tê kirin û ev tişt anî ziman:

“Me gelemperî xebatên xwe li gundên kurdên elewî meşandin.

Me dît çawa cihêkarî hat kirin.

Piştî sala 1978’an jî ku li vê herêmê Komkujiya Mereşê hatibû kirin, li dijî kurdan operasyona guherandina demografyayê hatibû pêkanîn.. ”

Aday anî ziman ku heta niha tevî van hemû operansyonan, kurdên Mereşê nasnameya xwe ya neteweyî parastine û wiha domand:

“Daîreyên pasaportan Kurdên Mereşê ji bo koçberiyê teşwîq dikin”

“Ev yek jî hêzên tarî ditirsîne û dixwazin wan xelkê koçber bikin.

Dixwazin dînamîka elewiyên kurdistanî ya li vê derê parçe bikin.

Hewl didin nifûsa vê derê hêdî hêdî kêm bikin.

Di komkujiya Mereşê de her 3-5 rojan carekî pasaport hatin belavkirin.

Niha jî li vê derê daîreyên pasaportan dixebitin û kurdên Mereşê teşwîqî koçberiyê dikin.

Erdhejê weke firsend bikartînin..”

Banga ji bo Kurdên Elewî û rûspiyên wan: Piştevaniyê xurt bikin

Hevberdevkê Maseya Elewiyan a HDP’ê Nesîmî Aday dawî de bang li kurdên elewî kir ku cihê xwe bernedin û ji Rûspiyên elewiyan jî daxwaz kir ku zêdetir piştevaniya xelkê bikin.

Back to top button