Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 167 roje didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî zextên giran ên dewleta Îranê jî bê navber dewam dike. Welatî careke din li dijî rewşa xirab a jiyanê xwepêşandan lidarxistin. Li aliyê din 54 welatên endamên Encûmena Mafê Mirov a Neteweyên Yekbûyî bang li Îranê kirin ku davî li darvekirinan bîne.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 167 roj li pey xwe hiştin.

Tevî hemû gefan jî nerazîbûna welatiyan didome.

Girtin û darvekirina xwepêşandana ji aliyê dewleta Îranên ve rewşa welat ji her milî ve xirabtir kir.

Gel li dijî rewşa xirab a jiyanê li qadanin

Piştî 5 meh ji serhildanê, pereyê Îranê li beramberî dolar nirxê xwe winda kir û vê yekê jî rê li ber rewşeke xirab a aboriyê vekir.

Di vê çarçoveyê de jî duh welatiyan li gelek bajaran xwepêşandan li darxistin.

Li Tehranê welatiyan xwestin li ber derê parlementoyê nerazîbûn nîşan bidin, lê hêzên dewleta Îranê dor li wan girtin û rê nedan xwepêşandan werin lidarxistin.

Li hin zanîngehan jî xwendekaran çalakî li dar xistin.

Xwendekaran li dijî desthildata Îranê li qadanin

Malbatên xwendekaran jî îro li dijî jehrî kirina xwendekaran ji aliyê hêzên dewletê ve li qadan bûn.

Li aliyê din, duh di çarçoveya piştgiriya navdewletî ya bi serhildana ‘Jin, jiyan, azdî’ re 54 welatên endamên Encûmena Mafê Mirov a Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke hevbeş dan.

54 Welatan banga rawestandina darvekirina xwepêşandêran kirin

Di daxuyaniyê de bang li Îranê hat kirin ku dawî li darvekirina xwepêşanderan bîne û rêz li maf û azadiyan bigre.

Her wiha Encûmena Qelema Navneteweyî ku zêdetirî 30 şaxên wê li seranserî cîhanê hene, bang li Îranê kir.

Encûmenê bang li rayedarên Îranê kir ku tevayî helbestvan, rewşenbîr û kesên ji ber nivîsîn, wergêr yan jî dij derketina sansurê hatine girtin, demildest werin berdan.

Back to top button